Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirkîyê Biryara Girtina 2 Parlamenterên Din yên HDP'ê Da


Girtina parlementerên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) didome û dadgeheke Tirkîyê do jî jibo du parlementerên din yên wê partiyê, nûnerên Ruha Dîlek Ocalan û Îbrahîm Ayhan, biryara girtinê da.

Rûniştina dozên derbarê parlementerên HDP'ê yên Ruha Dîlek Ocalan û Îbrahîm Ayhan do Çarşemê li Dadgeha Cezaya Giran ya Ruha li dar ket.

Ocalan, jiber ku ew beşdarî merasîma binaxkirina şervanekî Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) bûye, Ayhan jî jiber postên wî yên li ser medyaya civakî bi ''propagandaya rêxistina terorî'' têne tawanbar kirin. Dadgehê di rûniştina ku Ocalan û Ayhan beşdar nebûn de biryara girtina wan her du parlementeran da.

Hêjayî bîrxistinê ye piştî rakirina destlênedana parlementeran, di 4'ê Mijdara 2016'an, hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de, 12 parlementerên HDP'ê girtî ne.

Parlementera Şirnex'ê Leyla Birlik û yê Amed'ê Îdrîs Baluken hatin berdan. Jibo parlementerê Şirnex'ê Faysal Sarıyıldız û ya Wanê Tuba Hezer, ku niha li dervayê welêt in, biryara girtinê hatiye dayîn.

XS
SM
MD
LG