Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Piştî Peqînên li Stenbolê 235 Endamên HDP'ê Desteser Dike


Piştî operasyonan avahîyeke HDP

Hêzên ewlekarî yên Tirk îro Duşemê 235 endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) desteser kirin, bi îdaya ku peywendîya wan bi şervanên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re heye.

Operasyonên girtina endamên HDP'ê, li seranserê Tirkîyê destpê kir, piştî ku Teyrêbazên Azadîya Kurdstanê (TAK) ku Tirkîyê wek baskeke PKK'ê dibîne, berpirsîya cot peqînên li Stenbolê rakir ser xwe.

Her du peqîn roja Yekşemê nêzî stadyumeke futbolê pêk hatibûn û di encama peqînan de herî kêm 44 kes jîyana xwe ji dest dabû, pirtir ji 150 kesên din jî birîndar bûbûn.

Çend saetan piştî ragihandina berpirsîyarîya peqînan, artêşa Tirkîyê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku wan li bakurê Îraqê bi balafirên şerî êrîş birine ser çeper û kozikên mîlîtanên PKK’ê.

Polîsan, paytaxta Tirkîyê Enqere û bajarê herî mezin Stenbol jî di nav de, li gelek bajaran bi wesayitên zirxîn û helîkopteran operasyonanên desteserkirinê li dar xistin.

Haate ragihandin ku di Enqereyê, di nav endamên desteserkirî de rêvebirên bilind yên HDP’ê jî hene.

HDP li parlementoya Tirkîyê partîya hevrik ya didoyan e. Serok û rêvebirên din yên vê partîyê di girtîgehê de ne û jiber îdiaya têkilîyên bi PKK'ê re tên darizandin.

Enqere her tim bi bîr dixe ku HDP parçeyeke PKK'ê ye, lê HDP ew yek bi tundî red dike.

XS
SM
MD
LG