Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Parastina Xwe ya Pêşîn Raberî Dadgeha Bilind ya Tirkî Kir


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) pêşparastina xwe pêşkeşî Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê kir.

Serdozgerîya Komarî ya Tirkîyê îdianameya duyê ya ser girtina HDP’ê di 7’ê Hezîranê de ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re şandibû.

Dadgeha Qanûna Bingehîn di lêkolîna pêşî de îdianame pejirandibû.

Piştî pejirandina îdianameyê, 70 klasorên din yên ser îdianemeyê jî ji HDP’ê re hatin şandin.

Li ser pejirandina îdianemeyê û şandina wê bo HDP’ê, ji partîyê hatibû xwestin ku heta 60 rojan berevanîya xwe bike.

Rêvebirên HDP’ê di doza daxwaza girtina partîya wan de di 11’ê Tebaxê de zêdetir dem xwestibû û ew daxwaz ji alîyê dadgehê ve hatibû pejirandin.

XS
SM
MD
LG