Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP-HDK Deklerasyona Referandumê Eşkere Kir


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) îro Duşemê li Stenbolê deklerasyona xwe ya bi navê "Jibo Komareke Demokratik Û Welatekî Hevpar NA" bi civîneke mezin dîyar kirin

Tirkîye ber bi referanduma guhertina qanûna bingehîn ve diçe û hemû partîyên sîyasî jî kempeynên xwe di vî warî de dîyar dikin.

HDP ku hevserok û parlementerên wê di zindanê de ne deklerasyona xwe dîyar kirin.

Berdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît daxuyanîya hevpar xwend û got ku ew wekî hêza ked, demokrasî, aştî û azadîyê ya vî welatî, jibo Tirkîyeyeke demokratîk ku mirov karibin wekî mirovan lê bijîn, hatin gel hev.

“Daxwaza civakê ya jîyanek demokratik, piralî, wekhevî, laîk, ekolojîk û civakî her dem heye. Jibo pirsgirêkên civakî, dîrokî, çandî yên civaka li Tirkîye çareser bibe, pêdivîya Tirkîye bi Peymana Civakî heye. Jibo gîyana hemû mirovan û bawerîyên cuda û jîyaneke hevpar pêdivî bi qanuna civakî heye.”

Koçyîgît da zanîn ku heta niha pêdivîya civakê li ber çavan nehatiye girtin û bi destê Erdogan û Bahçelî guhertina qanûna bingehîn li gor daxwaza yek kesî pêk tê.

Hêjayê bibîr xistinê ye ku serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim di axaftineke xwe de dîyar kiri bû ku ewê jiber ku HDP dibêje “NA” dengê “ERÊ” bikar bînin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:52 0:00

XS
SM
MD
LG