Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Tirk Avêtin Ser Navenda HDP’ê ya Stenbolê


Îro Pêncşemê polîsan saet di sêyê sibehê de avêtin ser avahîya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Tarlabaşî’yê di heman saetê de polîsên tevgera taybet derdora gelek navçeyên HDP ê dorpêç kirin û gelek endamên Partîya DemokratÎk a Gelan binçav kirin

Herwiha polîsên ku avêtin ser avahîyên HDP’ê li gelek avahîyên tevgerê de derî şikandin û bi saetan di avahîyân de gerîyan û gelek tiştan tevlîhev kirin û zirar dan avahîyê.

Li gor agahîyan di ser avêtinan de pirtit jî 10 kes hatine binçav kirin û li nav avahîyê nivîsên nijadperestî hatine nivîsîn, hemû pirtûk û fotoyên li dîwaran hatine talan kirin. Polîsan herwiha dest dane ser hard-dîskên kompîterên partîyê jî.

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Dogan Erbaş di derbarê mijarê de rexneyên anî ziman û got, “Ev ne lêgerîn, lê rasterast êrîş e.

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş êrîşên li ser avahîyên partîyê nîrxand û got bêyî biryara dadgehê û bê agahîya me avitên ser partîya me û hemû tiştan talan kirine. Muamela destbiserîyê li Kurdan dikin û dixwazin faturaya çalakîyên PKK’ê ji me derxin

“HDP sêyemîn partîya herî mezin ya parlemanê ye. Hun nikarin wekî gangster derî bişkînin û bikevin avahîyê. Em di derbarê vê mijarê de ji walîtîya Stenbolê ronkirinekê dixwazin.”

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

XS
SM
MD
LG