Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Sala Borî de Givaştinên Ser HDP'ê Berdewam Kirin


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), salnameya tundîya 2019'an ya li ser partîya xwe parve kir.

Li gorî salnameyê di operasyonên 2019'an de 4567 endamên HDP'ê hatine desteserkirin û 797 kes jî hatine zindanî kirin.

Operasyon û desteserkirin herî zêde di mehên Adar, Tebax û Cotmehê de zêde bûne.

Di meha Adarê de ku hilbijartina heremî li dar ket, 683 endamên HDP'ê hatin desteser kirin û ji wan 102 kes hatine girtin.

Di 19'ê Tebaxê de cara duyê qayûm dan ser Bajarvanîyên Mezin yên Amed, Mêrdîn û Wanê. Di dema protestoyên li dijî qayûman de 1000 kes desteserbûn, 418 kes hatin zindanî kirin.

Ji meha Tebaxê heta 25'ê Çilleyê li qayûm dan ser 32 bajarvanîyên HDP'ê û 24 hevşaredar jî hatin girtin.

Di Cotmehê de jî Tirkiye li ser rojhilat û bakûrê Sûrîye dest bi operasyona leşkerî kir. Di protestoyên HDP'ê yên li dijî şer de 507 kes hatin desteser kirin, 114 kes jî hatin zindan kirin.

839 kes jî ji jibo ku li dijî şer peyaman li ser torên civakî parvekirine, li wan doz hat vekirin.

XS
SM
MD
LG