Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Televîzyonên Tirk Vîdyoya Me ya Hilbijartinê Naweşînin


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) îdia dike ku televîzyonên fermî û yên taybet, vîdyoya wê ya reklamê naweşînin ku bo hilbijartinên hêrêmî yê 31’ê Adarê hatibû amade kirin.

HDP: Televîzyonên Tirkîyê Vîdyoya Me Naweşînin
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:37 0:00

Vîdyo HDP'ê bi gotina “Van destan çi dîtine, çi nedîtine?” destpê dike û bi hevoka “Me ji ber zilmê gelek êş kişand, me gelek berdel da, lê me ti caran dest jê berneda.” Vîdyo bi gotina “Jibo demokrasîyê destê xwe bilind bikin” diqede.

HDP’ê bi daxuyanîyekê dîyar dike ku tevî ku wan ew vîdyo ji hemî televîzyonan re şandine ku bi pere wek reklam biweşînin, lê ti televîzyon ew neweşand.

HDP dide zanîn ku jibo neweşandinê ti sedem ji wê re nehatiye dayîn û hember wê amborgo heye.

Loma HDP ev vîdyo ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi hashtaga #EldenElePaylaşalim anku “Em bi Destan Vê Vîdyoyê Parve Bikin” weşand.

Hêjayî balkişandinê ye ku di operasyonên seranser Tirîyê de berbijar û endamên wê partîyê têne desteser kirin.

XS
SM
MD
LG