Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Biryara Dawî da, ji Parlamenê Venakişe 


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Enqere civîneke awarte li dar xist û nîqaşên li ser mijara vekişîna ji parlamenê bi dawî kir. HDP'ê biryar da ku ji parlamanê û ji şaredarîyan venekişe.

Pervîn Buldan got "îrada gel rûmeta me ye, emê lê xwedî derkevin, amê bi tu awayî destkeftîyên gelê xwe teslîm nekin û her daîm lê xwedî derkevin, wekî çavên xwe biparêzin. Ala me heta îro neketîye û ji îro şûnda jî nakeve."

Sezaî Temellî jî li AKP û MHP banga hilbijartina pêşwext kir.

Hevserokên HDP helwesta partîya xwe HDP bi deklerasyoneke 12 xalî ji bîragiştî re eşkere kirin.

Hevserokên HDP Pervîn Buldan û Sezaî Temellî belgeya helwesta partîya xwe eşkere kirin û anîn ziman HDP ji parlamenê venakişe û dest ji destkeftîyên xwe bernadin.

Hevserokên HDP bang li AKP û MHP banga hilbijartina pêşwext kirin.

Buldan daxuyakirin di qonaxek zor û zehmet de diborin lê tekane rêya têkbirina sîstema heyî tekoşîna HDP ye.

"Hêvîya gelan HDP ye û ev hêvî dê qet venemire.

Wê dîyar kir yek bi yek dest didin ser şaredarîyên HDPê.

"Ev dizîyek mezin e li ser îrada gel. Rêya bijartin û hilbijartinê li Kurdan digrin. Derbeya qayûman jî nîşaneya dijminatîya demokrasîyê û Kurdan e. Ti ferqa zîhnîyeta îttîhatê û ya desthilatîya AKP ji hev tuneye. Yek Seyît Riza darve kir û ya din jî nûnerên gel bi îdamên sîyasî ji kar dûrxist."

Sezaî Temellî jî got armanca tifaka AKP û MHP bi temamî tasfîkerina demokrasîyê ye.

"Ku ev rejîm neyê rawestandin an hilweşandin li Tirkîye rejîmek totalîter dê qeyîm bibe. Jibo hêvîya guhertinê jî hilbijartina 31ê Adarê qonaxeke girîng bû."

HDP bangawazîya hilbijartina pêşwext jî kir.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:56 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG