Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kalorî û Kontolkirina Qelewiya Mirovan


Kalorî û Kontolkirina Qelewiya Mirovan
Kalorî û Kontolkirina Qelewiya Mirovan

Dibe ku lêkolîneke nû dawiyê li gengeşiya li ser giranbûna kêşa mirov bîne. Lêkoleran dîtin ku gelek şêweyên sîstema xwarinê hene, lê di heman demê de girîngtirîn tişt bo kontrolkirina qelewbûnê sînorkirina kaloriyên laşê mirov e.

60% ji Xelkên Amerîka di ser 18 salî de zor-kêş in û bêtirî 30% qelew in. Lê Amerîkî ne miletê bi tenê ne ku şerê arîşeya qelewbûnê dikin. Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanî (WHO) radigihîne ku qelewbûn gihiştiye qonaxeke aloz li ser asta cîhanî ku jimara kesên ser 18 salî yên qelew bêtirî yek milyar kes e.

Dr. Daryoş Mozafaryan lêkolîna têkiliya di navbera diet û nexweşiyên dayimî li Zanîngeha Harvard ya Saxlemiya Giştî dike. Ew dibêje “Em guhertinekê dixwazin, guhertineke nimûneyî bo baldarî û guhdana me li ser sîstema xwarinê.”

Lê xelkên ku dixwazin sîstema xwarina xwe biguherin û kêşa xwe kêm bikin divê bi riya çend sîstemên xwarinê yên cuda durist bikin. Hin kêmkirina Karbohaydratan pêşniyar dikin. Kesên dî jî dibêjin rûn kêm bikin, bêtir protînan bixwin, kêmtir protînan bixwin.

XS
SM
MD
LG