Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hejmaran Merasîma Sondwarinê ya Donald Trump


Trump û hevjîna wî Melania

Donald Trump, dê îro Înê wek serokê 45'an yê Amerika sond bixwe. Kerem kin hejmarên taybet yên ser merasîma sondxwarinê bixwînin:

2,865,075: Hejmara dengên giştî yên ku Hillary Clinton'ê ji Donald Trump pirtir wergirt

% 44: Rêjeya populerbûna Trump di nav gel de (Rêjeya herî nizim e)

6: Hejmara sazîyên îstîxbaratî û yên dadî ku îdiayên li ser alîkarîya Kremlînê jibo Trump vedikolin

200: Hejmara otobusên ku jibo merasîma sondxwarina Trump bişopînin serî li destûra parkê dane. Di sala 2009'an de jibo merasîma Obama 3000 otobusan destûr xwestibû

1,200: Hejmara otobusên ku jibo tevlî Meşa Jinan ya Şemîyê bibin serî li destûra parkê dane. Meş dê roja Şemîyê li dar keve

26: Hejmara komên ku ji sersalê vir ve jibo protestoyê destûr xwestine

200,000: Hejmara jinên çaverê ye ku tevlî protestoya Meşa Jinên Washingtonê bibin. Eger ew hejmar temam bibe, dê ew bibe protestoya herî mezin ya dîroka merasîma sondxwarinê ya Amerîka

4: Hejmara serokên zindî yên dê tevlî merasîmê bibin, Serokê pêncan George H. W. Bush ji ber nexweşîya xwe nikare tevlî merasîmê bibe

65 û zêdetir: Hejmara endamên Kongresê yên merasîmê boykot dikin

$90 mîlyon: Dirava ku Komîteya Merasîma Sondxwarinê jibo merasîmê veqetandiye

$110 mîlyon: Baca ku dê jibo 200 mîlyon dolara bê xerc kirin bê dayîn. Di sala 2009'an de a Obama 170 mîlyon dolar bû

$1 mîlyon: Buhayê paketa bîletan ya herî bilind ku tê de beşdarbûna merasîma sondwarinê, şahîya taybet ya sondxwarinê, konsert, showa fîşekên esmanî, rêdeçûna seroktîyê, şîva taybet ya ligel Cîgirê Serok Mike Pence û hevjîna wî Karen Pence hene

$50: Pereyê jibo çêkirina plakayek jibo Donald Trump

41: Komên muzîkê yên dê li merasîmê bin

35: Hejmara peyîvên di sondxwarina fermî de ku dê Serdadger John Robert birêve bibe

2: Hejmara Încîlên dê jibo sondxwarinê bînin merasîmê: Încîla Lincolon û ya ku dayika Trump dema ew ji Dibistana Şemîyê derçûye, daye wî

3: Hejmara şahîyên Trump û hevjîna wê Melania dê tevlî bibin. Di sala 2009'an de Obama tevlî 10'an bûbû

28,000: Hejmara polîsên ji ewlehîyê berpirs in

XS
SM
MD
LG