Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona 500,000 Derbaz Kir


ha Johns Hopkinsê ragihand ku hejmara pêketîyên vîrusa korona 500,000 derbaz kiriye.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li seranserê cîhanê ketiye canê 523,163 kesan û 23,639 kes kuştine.

Çîn, Îtalya û Amerîka bi pirtir ji 80,000 pêketîyên vîrusa korona li rêzên pêş in.

Vîrusa korona li Îtalya 8215, li Îspanya 4145 û li Hubei ya Çînê jî 3169 kes kuştine.

Li New Yorkê 281 û li Washingtonê 100 kesan bi vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir li dinê belav bûbû.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG