Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanîngeha Johns Hopkinsê: Hejmara Mirinên ji Vîrusa Korona Nêzî 1 Mîlyonî Dibe


Navenda Lêkolînê ya Vîrusa Korona ya Zanîngeha Johns Hopkinsê bi daxuyanîyekê ragihand ku hejmara mirinên ji vîrusa korona bi lez nêzî 1 mîlyonî dibe.

Li gor daxuyanîyê, hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li seranserê cîhanê jî 33 mîlyon derbaz kiriye.

CNN’ê di ser agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê re ragihand ku li 21 eyelatên Amerîka hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona li gor hefteya borî 10 ji sedê zêde bûne.

Ji Zanîngeha Washingtonê, Doktor Chris Murray ji CNN’ê re dîyar kir ku ew li ber in ku hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona di Cotmehê de zêde bibe û ew zêdebûn di Mijdar û Berfanbarê de jî bidome.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku vîrusa korona herî zêde bi 7 mîlyon pêketinan li Amerîka hatiye tespît kirin û li dû wê 6 mîlyon pêketinan Hîndistan û li dû wê jî bi nêzî 5 mîlyon pêketinan Brezîlya heye.

Ewrupa dijî pêla nû ya vîrusa korona tedbîran berfireh dike ku hin hikûmetan sînordakirin jinûve ragihandin.

Serokê Yekîtîya Doktorên Fransa Patrick Bouet dîyar kir ku ger ti guherîn çênebe ewê di mehên payîz û zivistanê de jî şewba vîrusa korona bidome û dibe ku sîstema saxlemîyê têra nexweşên nû neke.

Serokwezîrê Holanda Mark Rutte da zanîn ku pêla nû ya vîrusa korona fikarên kûr çêdike û dîyar kir ku ewê tedbîrên nû bistînin.

Herwiha Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson jî ser pêla duyê ya vîrusa korona hişyarî da û dîyar kir ku divê tedbîrên wan tund û berfireh bin.

XS
SM
MD
LG