Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêzan Hido: Taxa Al-Şabab Û Girtîgeha Wê Hatin Rizgarkirin


Di Şerê çend salî yê Sûriyê de bajarê Heleb ciyê herî bi nakuke û şerên giran lê di qewimin, ev şer carna di navbera hêzên opozisyonê û leşkerê Sûrî herweha hind caran li gel leşkerê Sûrî û gropên weke Cebhetul Nusra, Sultan Murad, Feyleq Al Şam û yên din di qewimin.

Doh ajansan dan xuyakirin ku, leşkerê dewleta Sûrî hemû riyên diçin bajarê Helebê li hêzên opozisyonê qut kirîn e, herweha roja pênşemê çavkaniyên nêzîkî hêzên Sûriya Demokrat (HSD) dan xuyakirin ku, şervanên wan taxa Alşabab û girtîgeha li herêmê rizgar kirine, niha ew herêm li jêr kontrola şervanên Kurd de ye.

Dengê Amerîka liser rewşa bajarê Helebê û pêşdaçûnên vê dawiyê hevpeyvînek li gel endamê meclisa Sûriya Demokrat birêz Rêzan Hido endam da.

Rêzan Hido Endamê Mecilsa Sûrî ya Demokrat
Rêzan Hido Endamê Mecilsa Sûrî ya Demokrat

Birêz Rêzan Hido da xuyakirin ku gropên Îslamî yên radîkal yên weke cebetul Nusra, Sultan Murad, Feyleq Al Şam û yên din ev demek dirêje êrîşan dibin ser xelkê sivîl li taxa Şêx Meqsud, heta niha gelek kes hatine kuştin, birîndarkirin û koçberkirin û bi çekên giranî êrîşî taxa Şêx meqsud dikin ku, piraniya wan kurd in.

Di beşekî din yê axiftinên xwe de Rêzan Hido got, ew di wê bawerê de nîne, dema leşkerê rejîma Sûrî bikeve di bajarê Helebê de şer di navbera hêzên Sûriya Demokrat û leşkerê Sûrî de bi qewime, jiber ku ew bi tenê şerê rêxistinên terorist yên weke DAIŞ, Cebhetul Nusra û gropên din yên Îaslamiyên radîkal dikin, weke endamê meclisa Sûriya Demokrat Rêzan Hido dibêje.

Hevpeyvîn li Gel Rêzan Hido Endamê Meclisa Sûrî ya Demokrat
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:31 0:00

XS
SM
MD
LG