Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 4 Salên Şer Hikûmeta Sûrî Temamiya Helebê Kontrol Dike


Trombêl bi alayên dewletê weke kêfxweşîya rizgarkirina Helebê derdikevin, piştê artêşa Sûrî kontrolkirina bajêr ragihandî.
Trombêl bi alayên dewletê weke kêfxweşîya rizgarkirina Helebê derdikevin, piştê artêşa Sûrî kontrolkirina bajêr ragihandî.

Heleb bajarê dîrokî yê Sûriyê di 4 salên şerên navxweyî de ciyê şerên herî giran bû, bo cara yekê ji aliyê artêşa Sûrî û hevpeymanên Wê yên Rûs û gropên din yên hevkarên hikûmeta Sûrî ve, hat kontrol kirin.

Êvariya roja Pênşemê kesên dawî yên çekadrên opozisyonê û xwecihên sivîl ji pişka rojhilatê Heleb hatin veguhastin, bajar bi temamî ket jêr kontrola dewleta Sûrî.

Şerên herî giran di 6 salên pevçûnên navxweyî de, li bajarê Helebê hatbûn encam dan, lê niha rejîma Esad mezintrîn bajarê di destên gropên opozisyonê de bi alîkariya êrîşên esmanî yên Rûsî hat rizgar kirin. Heleb bajarê duyan herî mezin li Sûriyê û navenda bazirganî ya welatê Sûriyê niha cardin ket jêr kontrola dewletê, ev jî dibe mezintrîn serkeftina Esad ji dema serhildana Sûryê li sala 2011 hatî destpêkirin heta niha.

Piştî derketina 4 pasên dawî yên ku, çekdarên opozisyonê tê de bûn, kenalê fermî yê Televizyona Sûrî ragihand ku Heleb bi temamî ji aliyê dewletê ve hat kontrol kirin.

Fermandarekî leşkerê Sûrî ragihand û got "sopas bo xwîna cangorîyan, bi saya qehremanên me yên hêzên arteşê û hêzên hevpeymanan û xûragiriya gelê me car din Heleb hate di hembêza xelkê xwe de".

‌Herweha nûçegihanê TV ya dewletê ku hejmarek xwecihên Helebê bi alayên dewletê li dorên wî bûn got êdî Heleba rojhilat û rojava nema, niha bajar yê hemû xwecihên Helebê ye.

XS
SM
MD
LG