Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqînên Giran li Helebê Diqewimin


Çend taxên Heleb'ê di bin topbarana giran da ne, li vê dema ku hêzên hikûmeta Sûrî bizavên xwe zêde dikin ku serhildayan ji weşartgehên xwe derxînin.

Bizavkar dibêjin, hêzên Serokê Sûrî Başer El Esed û serhildayan îro Sêşemê ketine şerekî giran ku başûrê Heleb'ê bêxin bin kontrola xwe.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ya bingeh li London'ê dibêje, herî kêm 12 kes hatine kuştin.

Hemdem, Tehran dibêje ku ew ji revandina 48 hemwelatîyên Îranî li Sûrîyê, Amerîkayê berpirs dibîne.

Televîyona dewleta Îranê dibêje, wezareta derve ji balyozê Swîsrî re got ku Tehran çaverê ye ku Amerîka bandora xwe kar bîne da ku Îranîyên revandî bê şert û merc werin azad kirin.
XS
SM
MD
LG