Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatiyên Taxê Şêx Maqsud Rastî Komkujiyan Tên


Şêx Maqsyd - Heleb

12 welatiyan jiyana xwe ji destdan û derdorî 40 welatî birîndar bûn e, di nav wan da hemwelatiyên Ereb jî hene, ji dema agirbesta hatiye ragihandin heta niha, taxê Şêx Maqsud li Helebê rastî êrîşên hovane ji aliyê komên tundrew ve tê.

Li gor agahiyan derdorî 40 hezar welatî niha li wî taxî dijîn, Piraniya şêniyên Şêx Maqsud kurd in, lê niha pêkhateyên Ereb jî tê de dijîn, yên ku jiber şerê rejîmê û opozisionê ve ber bi taxê Şêx Maqsud revîne,

Ketîbên êrîşî herêmê dikin Cebhet el-nusre,Ehrar elşam, sultan murad, mihemmed elfatêh,nor eldîn elzinkî, feyleq elşem, ceyş elîslem, û hin togeyên din.

Wek tê zanîn, roja 6/3/2016 êrîşa herî tund li ser herêmê hat kirin, ji aliyê Doar Elcendol û riya Kestêlo û Benî zêd pêk hatin, ev demeke bi rokêtên cehennem û dobeyên(qenîn)ên gazê, û sekvanên terorîstan welatiyan armanc digirin.

Ji aliyê xwe ve,endamê desteya siyasî ya encûmena Sûriya Demoqratîk, Ehmed E'rec bombebarankirina taxê şermezar kir û ji Dengê Amerîka re axivî.

Raporê bi temamî guhdarî bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:12 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG