Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî Êrîşeke Mezin Dibe ser Başûrê Helebê


leşkerên Sûrî
leşkerên Sûrî

Şeva sêşemê liser çarşemê artêşa Sûrî û hevkarên wê êrîşeke berfireh biriye ser hêzên opozisyonê, çekdarên Nusra û Sûwarên Şamê yên ku li başûrê Helebê kontrola hind herêman dikin.

Reuters radigehîne ku, artêşa Sûrî di van êrîşan de balifirên cengê û rokêt bikar anîne, dixwaze bajarokê Telee al-Îs kontrol bike ku, beriya çend rojan ketbû destên çekdarên grupên Îsalmî yên radîkal yên weke el-Nusre û Eniya Şamê.

Çavdêriya Sûrî jibo mafên mirov daye xuyakirin ku, ev êrîşa artêşa Sûrî bu ser herêma başûrê Helebê bihêztirîn êrîşe ji dema agirbest di meha duyan ya îsal de bi rêbertiya Amerîka û Rusiya pêkhatî haya niha.

Hanî al-Khalid çekdarekî ji eniya Şamê, dibêje artêşa Sûriyê û çekdarên Şiia êrîş anîne ser wan, lê eniya şamê bersînga êrîşê girt û niha nikarin pêşde herin.

XS
SM
MD
LG