Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrî li Nêzîkî Heleb Êrîşî Grubên Îslamî Dikin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), radigihîne ku hêzên dewleta Sûrî û hêzên hevkar bi wê re li nêzîk bajarê Helebê ligel çekdarên opozisyonê di şerên dijwar de ne.

Roja Duşemê dîsan artêşa Sûrî, jibo cardî kontrolkirina bajarokê Xan Toman bike, yê ku çekdarên îslamî hefteya borî kontrol kiribû, dest bi operasyoneke nû kiriye.

Kontrolkirina bajarokê Xan Toman ji aliyê grupê opozisyonê ve, ku weke cîhekî statejî tê dîtin, jibo artêşa Sûrî di van çend mehên dawiyê de şikestina herî mezin bû.

SOHR dide zanîn ku balfirên cengê yên Sûrî heta amadekirina vê raporê êrîşên bombeyê di anîn ser herêmên dewrûberên Xan Toman herwiha helîkopter jî beşdarî wan şeran bûne.

SOHR herwiha da zanîn ku ji doh êvarî heta niha hêzên esmanî yên Sûrî, zêdetirî 90 êrîş bo ser herêma Xan Toman pêk anîne.

XS
SM
MD
LG