Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Ser Helebê Şeva din jî Berdewam Kirin, Kuştî û Birîndar Hene


Dîmenek ji Helebê

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku firokên ceng yên Rûsya û hikûmeta Sûrî îro êrîşên esmanî yên mezin li ser deverên Helebê yên bin kontrola serhildayan pêk anîn.

SOHR îro Înê ragihand ku firokên ceng dirêjîya şeva Pîncşemê bi deha êrîşên esmanî li armancên taxên bin kontrola serhilyan xistin û pevçûnên ser erdê li başûr û rojhila bajêr heta sibê berdewam kirin.

Navenda Medyayî ya Helebê jî ragihand ku tevî ku hejmara rastîn nayê zanîn, jimareke kes hatin kuştin û birîndar kirin û hinekên din jî hîn li bin kavilan in.

Êv êrîşên nû rojeke berî civîna navbera Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry û hevtayê wî yê Rûsî Sergei Lavrov tê, ku li ber e sibe Şemîyê bi rojeva Sûrîyê kom bin.

XS
SM
MD
LG