Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêriya Sûrî: Opozisyona Sûrî li Helebê Rastî Şikestinan Mezin Dihêt


Heleb
Heleb

Rêxistina Çavdêriya Sûrî bo mafên mirov roja Duşemê ragihand ku hêzên opozisyona Sûrî herêma bakûrê rojhilatê Helebê bi temamî jidest da, piştî leşkerê Sûrî bi alîkariya firokên cengê yên Rûsî taxên bakûrê rojhilatê Helebê kontrol kirîn.

Ramî Abdurahman rêveberê rêxistina Çavdêriya Sûrî bo mafên mirov gote ajansa France Press (AFP) , taxên Heyderiye, Saxûr û Şêx Xidir bi temamî ketin jêr kontrola leşkerê Sûrî, ev mezintirîn şikestine rastî opzisyona Sûrî dihêt ji sala 2012an heta niha.

Hêjayî gotinêye, bi hezrana malbatên sivîl ji taxên şer lê berdewam dikin, qesta taxê Şêx Meqsûd kirin yê kû niha li jer kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye, di heman demê de hêzên girêdayî YPGê herêmên rojhilatê Şêx meqsûd kontrol kirine û gihane taxê Şêx Faris û Bostan Al-Paşa û heta cada Al-Zahab çûn e.

Ajansa dewleta Sûrî SANA dide zanîn ku ji roja Şemiyê heta niha 6 taxên bajarê Helebê ji aliyê hêzên leşkerîê Sûrî de hatine kontrolkirin.

Li aliyekê din wezareta berevaniya Rûsî ragihand ku 40% ji herêmên rojhilatê Helebê ku ji 10 taxan zêdetirin, ji çekdarên Eniya Nûsra û gropên tûnrê hatine paqijkirin.

XS
SM
MD
LG