Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Eger Çekdarên Opozisyonê ji Helebê Dernekevin dê Serederiya Terorîstan li Gel Wan Bihêt Kirin


 John Kerry (rastê) li gel wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov li Roma, 2.12.2016.
John Kerry (rastê) li gel wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov li Roma, 2.12.2016.

Roja Duşemê wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov da zanîn ku, di danûstendinên vê heftiyê yên di navbera Rûsya û Amerîka de, ew bi hîvîne bigehin pêkhatinekê ku hemû çekdarên li rojhilatê Helebê derkevin.

Di press konferansekê de Lavrov got dema ew bigehin pêkhatinekê li gel Amerîka û çekdarên di bajêrê Helebê de hatine dorûpêçkirin dernekevin dê serderiya terorîstan li gel wan bihêt kirin û Rûsya dê alîkariya leşkerê Sûrî bike li dij her çekdarekê opozisyonê yê bimîne di rojhilatê bajarê Helebê de û got "Ew gropên çekdar yên li rojhilatê Helebê dernekevin, dê weke terorist bihên hesabkirin".

Lavrov herweha got roja Sêşemê yan sibeya Çarşemê li bajarê Cenevre, Rûsya û Amerîka dê danûstendinan liser pirsa Sûriyê bidin destpêkirin, wezîrê derve yê Amerîka John Kerry her ji niha de pêşniyarên xwe hinartine, weke Lavrov da xûyakirin.

Lavor dîsan ragihand ku ew ne li gel pêşniyara Netewên Yekgirtî ya agirbestê ne li Sûryê, jiber ku agir best dê demî bide terorîstan xwe zêdetir rêk bêxin.

Li aliyê din îro Çavêdirya Sûrî jibo mafên mirov ragihand ku hêzên leşkerê Sûrî û hevpeymanên wan hind cihên din ji destên hêzên opozisyonê derxistine.

XS
SM
MD
LG