Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêriya Sûrî: Artêşa Sûrî Kontrola Heleba Kevin Dike


Çavdêriya Sûrî jibo mafên mirov roja Çarşemê da zanîn ku, artêşa Sûrî çekdarên opozisyonê ji hemû herêmên Heleba kevin derxistin, niha kontrola xwe li Helebê zêde dike.

Di çarçeva operasiyonên leşkerê Sûrî de bo ser hêzên opozisyonê li bajarê Helebê di du hefteyan de sêka bajarê Helebê ji destên çekdarên opozisyonê hatine deranîn, opozisyon rastî şkestinek mezin tê.

Di operasiyonekê de ku, roja Sêşemê leşkerê Sûrî û hevpeyamnên wê jibo kontrol kirina Heleba kevin dabû destpêkirin îro hemû taxên wê ji hêzên opozisyonê hatin rizgarkirin.

Ev dibe serkeftina herî mezin ya leşkerê Sûrî di 5 salên şerê navxweyî yê Sûryê de, leşkerê Sûrî şiya hemû beşên rojhilata helebê ji destên gropên opozisyonê derbîne ku ev demek dirêj bû, hatbûn dorpêçkirin.

Çavdêriya Sûrê dide zanîn ku ji doh êvarî leşkerê Sûrî operasiyonek bihêz ya pêşwext bi topbaran û bombebarana hêzên esmanî dabû destpêkirin, îro gihan hemû taxên rojhilatê Helebê, herweha fermandarên artêşa Sûrî ev yek jibo ajansa Reuters jî tekez kirin e û dan zanîn ku Heleba kevin ji hêzên opozisyonê hatiye pagijkirin.

Şer û pevçûnên li bajarê Helebê bû sedema koçberbûna bi hezaran kesan, niha malbat ji sedema dijwar ya şer ber bi herêmên aram ve direvin.

XS
SM
MD
LG