Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Bo Rewşa Helebê Banga Civîneke Awarte li Civata Ewlekarî ya NY Dike


Fransa îro Sêşemê bang li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî kir ku civîneke awarte li ser rewşa Helebê pêk bîne.

Wezîrê Derve yê Fransî Jean-Marc Ayrault di daxuyanîya nivîskî de got ku ji hemî demên pirtir pêdivî bi sekinandina neyartîyan li Helebê û gîhandina akîlarîya mirovahî ya bêsînor bi sîvîlên wî bajarî heye.

Neteweyên Yekbûyî dibêje ku di nav rojên dawî de 16,000 sîvîl ji bajarê Helebî revîne, piştî ku hêzên rejîma Esad pêşdeçûn bi dest xistine.

XS
SM
MD
LG