Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî di Qanaxa Dawî ya Standina Helebê ye


Heleb

Generalekî Sûrî îro Duşemê ji Reuters re ragihand ku artêşa Sûrî û hevalbendên wê giheştine qonaxa dawî ya standina bajarê Helebê, piştî ku hêzên hikûmetê êrîşeke mezin ya neçaverekirî pêk anî.

Berpirsê komîteya ewlehî ya Helebê, General Zaid el-Salih ragihand ku divê şerê berdewam li Helebê zû biqede jiber ku pir dema serhildsyan nemaye. “Divê ew yan teslîm bin, yan jî bimirin,” Salih li gtsxxa Şêx Saîd ya Helebê ji nûçegîhanan re got.

Rojnamevanê Reuters’ê ku li Hekebê ye ragihand ku bombekirina deverên bin kontrola serhildayan bi tevahîya şevê berdewam kir û sîvîlên asêmayî jî rewşa heyî wek roja qiyametê bi nav kir.

Karbidstekî din ya hikûmetê ragihand ku hêzên wan niha li taxa Ferdus, ku heta berî çend rojan navenda serhildayan bû, şerê hêzên dijî hikûmetê dikin.

Qumandarekî koma Fastaqim yê bi navê Zakaria Malahifji ji ajansê re piştrast kir ku ew di rewşeke pir dijwar de ne.

XS
SM
MD
LG