Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Cîhadî Rêyeke Girîng li Rojavayê Helebê Xistin Bin Kontrola Xwe


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Duşemê radigihîne ku DAIŞ û komên din yên cîhadî rêyeke stratejîk ya destê rejîma Sûrî stand û navbera rojavayê Heleb û deverên din yên bin kontrola hikûmetê birî.

Rêka navbera Heleb û bajarokê Khanasser ya başûrê rojhilat xeta tenê bû ku hêzên rejîmê û gelê ku li deverên bin kontrola rejîmê dikarîbûn herin bajarên din.

SOHR bal dikşîne ku eger hêzên hikûmetê nikanin ew rê careke din bêxin bin kontrola xwe, îhtîmal heye operasyona wan ya dora Helebê, ku destpêkê salê vir ve didome, wê hêdîtir be û kêmahîya av û xwarin bo sîvîlan bê dîtin.

Dîroektorê SOHR Rami Abdel Rahman da zanîn ku cîhadîyên ji Qafqasya, ji herêma Sincan ya Çînê û koma Jund al-Aqsa, piştî êrîşeke neçaverekirî kanîbûn rêkê qut bikin.

XS
SM
MD
LG