Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Rejîma Sûrî Êrîşên Xwe Didomînin û Pêşdeçûn li Helebê Dest Dixin


Hêzên hikûmeta Sûrî yên bi piştgirîya Rûsya îro Dumeşê li hindurê Helebê pêşdeçûna xwe didomînîn, piştî ku wan êrîşên xwe li ser deverên bin kontrola serhildayan zêde kir.

Tevî hebûna rexneyên tund ji civata navnetewî hêzên rejîma Esad hewilên xwe xurtit kirine ku rojhilata Helebê kontrol bikin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) rahihand ku hêzên hikûmetê, di pêçdeçûna herî giring ya heta niha de, kontrola taxeke li bakurê rojhilat girt destê xwe.

"Ku rejîm Masakan Hanano bistîne, hîngê ewê bikaribe kontrola xwe ya ser deverên bin destê serhildayan xurtir bike û bikribe deverên bakur yên bin destê serhildayan ji yên mayîn qut bike, Dîrektorê SOHR Rami Abdel Rahman ji AFP re got.

Îro roja heftan ya ser hev e ku firokên rejîma Sûrî êrîşên xwe yên esmanî didomînin û rûniştvanên wan deveran bê av, nav û nexweşxanê dihêlin.

Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) radigihîne ku piştî nexweşxaneya dawî jû rûxîya, pirtir jî 250,000 hewceyî doktor û piştgirîya saxlemîya pêdivî ne.

XS
SM
MD
LG