Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Xirabtirbûna Rewşê, bi Hezaran Kes ji Rojhilata Helebê Direvin


Sîvîlên li rojhilata Helebê xwe dispêrin taxa Şêx Maqsud ya Kurdan
Sîvîlên li rojhilata Helebê xwe dispêrin taxa Şêx Maqsud ya Kurdan

Neteweyên Yekbûyî dibêje ku heta îro nêzîkî 31,500 sîvîl, piştî ku hêzên hikûmeta Sûrî yek ji sê deverên bin kontrola serhilayan bi dest xistine, ji rojhilata Helebê revîne.

Neteweyên Yekbûyî dide zanîn ku ji wan sîvîlan 18,000 kes ber bi taxa Cibrîn revîne û 8,500 kesên din jî çûne taxa Şêx Maqsud ya bakurê bajêr ku din bin kontrola Kurdan.

Berdevkê Ofîsa Karên Mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî Jens Laerke dibêje ku heta niha 5,000 kes li deverên dorpêçkirî asê mane û hinek ji wan ku hewil didin ji wê derê derkevin rastî dijwarîyan tên.

Laerke bal dikşîne ku ew kesên sîvîl hin caran jî jibo ku bikarin birevin jîyana xwe davêjin xeterîyê.

“Hin raport giheştine me ku hîn xort û mêr, dema ew giheştine deverên bin kontrola hikûmeta Sûrî, hatine binçav kirin. Hinekên din jî ragihand ku belge û nasnameyên wan ji alîyê hêzên hikmetê we, bi zorê ji wan hatine standin. Herwiha hinek raportên din jî digihejin ku kesên ku dixwazin ji cîhên xwe bilivin, têne teqe kirin.”

Laerke herwiha da zanîn ku Neteweyên Yekbûyî agahdar e ku grubên serhilda jî hewil didin derketina sîvîlan asteng bikin.

Berdevkê ajansa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî Adrian Edwards dîyar kir ku heta niha 400,000 kes li rojavayê Helebê aware bûne û piranîya wan di şertên giran de dijîn.

XS
SM
MD
LG