Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Çaverê Dike ku Valakirina Rojhilata Helebê di Nav Du Rojan de Temam Be


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dibêje ku divê derxistina mirovan ji rojhilata Sûrîyê di nav çend rojên pêş de temam be.

Çavuşoglu da zanîn ku heta niha pirtir ji 37,000 kes ji Helebê hatin veguhastin û earmanca wan ev e ku di demeke zûtir de hemî kesan ji bajêr derxînin.

Hevdem, Hîzbullah îro gefa êrîşkirina deverên bin kontrola serhildayan li Helebê kir û got ku artêşa Sûrî hişyarîya dawî gel ku ji deverên rojhilata bajêr derkevin.

Hêjayî balkişandinê ye ku prosesa valakirina Helebê gelek tevlihev e jiber bilî hikûmeta Esad, komên serhilda yên dijî rejîmê, Îranî, Rûs û Hîzbullah jî xwedîyê gotin in.

Hikûmeta Sûrî beramber valakirina rojhilata helebê daxwaz kiribû ku kesên birîndar û nexweş ji gundên Foua û Kefraya li Idlib bêne derxistin.

Bizavkarên Sûrî texmîn dikin heta 3,000 kes hîn li rojhilata Helebê, ku serhildayên dijî Beşar Esad di 2012’an de xistibû bin kontrola xwe, mane.

Artêşa Sûrî bi piştgirîya êrîşên esmanî yên Rûsî giheştiye vê qonaxê ku Helebê bi tevahî kontrol bike.

XS
SM
MD
LG