Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedan Sîvîl ji Rojhilata Helebê Têne Veguhastin


Taxa el-Sukkari ya Helebê
Taxa el-Sukkari ya Helebê

Li rojhilata Heleb'ê derketina serhilda û sîvîlan îro Pêncşem'ê danê nîvro destpê kir. Di karwana yekê de 20 otobus û 13 ambulans hene.

Sîvîl û serhilda wê herin herêma Xan Tuman û Îdlibê. Ev herêmên ku li rojavayê Helebê ne, di dest hêzên opozîsyonê de ne.

Rêvebira Karên Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Federica Mogherini da zanîn ku bi Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cavîd Zerîf re peyîvîye û bang li hevalbendên Sûrîyê, Rûsya û Îran'ê kir ku berpirsîyên xwe bînin cîh û sîvîlan biparêzin.

''Em bi ro û şev, bi taybetî jibo jîyana sîvîlên li rojhilata Helebê mîsoger bikin dixebitin,'' Mogherini got.

Rêvebirê Alîkarîya NY’ê li Sûrîyê Jan Egeland jî dîyar kir ku dê berê nexweş û birîndar, piştre sîvîl û herî dawî jî serhilda ji Helebê derkevin. Egelan da zanîn ku NY di vê peymana derketinê de ne alî ye..

''Her du hêl bi xwe ev peyman danîn. Xwezî em zûtir di vê pêvajoyê ketana û me xwe çêtir hazir bikira. Li gor agahîyên me 50 hezar kes li rojhilata Heleb'ê asê ne.”

Komîteya Navneteweyî ya Xaçasor (ICRC) li ser Twitterê ragihand ku hin ji wan giran 200 birîndar ji herêma şerî derdixin. ICRC'ê dîyar kir ku di derxistina birîndaran de Heyva Sor a Sûrîyê jî arîkarîyê dike.

Kanala dewleta Sûrîyê jî da zanîn ku 29 otobus û ambulansên hikûmetê jî ber bi herêma Îdlibê ve diherin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hikûmeta Sûrî wek şerta cîhanîna peymanê, derxistina sîvîlan ji Foah û Kefraya, du navçeyên alîgirê hikûmetê ku sal û nîvek e ji hêla serhildayan ve dorpêçkirîbû, xwestibû.

XS
SM
MD
LG