Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komkujîya Helebçê li Parlemana Almanya Hat Gotûbêj Kirin


Di 14 meha Adarê de, piştî borîna 25 salan li ser bûyera Helebçeyê, li Berlîne di civîna giştîya parlemana Almanya Federal de danûstandin hatin kirin.

Di vê kombûnê de şandeke ji parlemana Kurdistanê jî beşdar bû.

Di civînê de xala 12 li ser Helebçeyê bû ku endamên fraksîyona parlemanê her yek li ser vê bûyerê axivîn û kiryara Elî Hesen Mecîda şeremezar kirin.

Bi alîyekî din ve, wek Hikûmeta Almanya beramber Kurdan xwe rexne kir ku piştî 25 salan jinûve behsa karesateke wiha xwînwî bikin.

Daxuyakirin pêwîste ev bûyere wek jenosîd were naskirin û hikûmeta Îraqê jî hat rexne kirin.

Di civînê de, herwiha behsa rola Serokê Herêma Kurdistanê hate kirin, jibo pêşvebirina herêmê, rola jinan û pêşvebirina mafên mirovan.

Di civîna li parlemana Almanayê de projeyeke ku ji 6 xalan pêk tê hate pêşnîyar kirin. Li gor vê projeyê, dive bi berdewamî xema birîndar û nexweşên vê karesatê bêne xwarin û pêdivî ye hikûmeta Îraqê pere bide qûrbanîyên vê bûyerê.

Di civînê de herwusa hate xwestin ku hemî alîyên ku bi qaçaxî madeyên kîmyayî dane Îraqê bên dadgeh kirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG