Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bîranîna 28an Ya Kîmiyabarana Helebce


Helebce
Helebce

Li Herêma Kurdistana Îraqê bi taybetî û li her ciyê Kurd lê dijîn bi giştî, bîranîna 28an ya kîmiyabarana Helebcê bi rawestîna çend deqîqên bêdengiyê tê pîrozkirin.

Bîranîna 28an ya Kîmiyabarana Helebçe
Bîranîna 28an ya Kîmiyabarana Helebçe

Îro li Bajarê Helebçê bîranîna 28an ya kîmîyabarana Helebce bi şêweke fermî hat pîrozkirin, li Helebçê û piraniya bajarên kurdistanê saziyên Hiûmetê û rêxistinên civaka sivîl û Gel bi tevayî beşdarî bîranînê dibin, bi çalakiyên hemereng, marşên netewî û rawestîna deqîqên bêdengiyê weke rêzgiritn li qurbaniyên bajarê Helebçê beşdarî vê bîranînê bûn.

Di bîranîna îsal de, 2 zarokên ku di dema bûyera Helebcê de, li sala 1988an winda bibûn, îro li bajarê Helebcê gihane malbatên xwe ê bi dîtina kesûkarên xwe şad bûn.

Herweha beriya demekê 2 termên kîmîyabaranê li herêma Helebcê dema dixwestin projekê avê li bajar encam bidin, termên 2 qurbaniyan hatin dîtin, herdû terim bi şêweke fermî li goristana qurbaniyên Helebcê hatin binax kirin.

Bajarê Duhok jî, weke hemû bajarên herêma kurdistanê bîranîna 28an ya kîmîyabrana Helebcê pîroz kirin.

Wek tê zanîn li sala 1988an rejîma Bexda ya ku, bi serokatiya dîktatorê berê yê Îraqê Sedam Husên dihate birêvebirin, bajarê Helebce roja 16 Adaraê 1988an bi firokên cengê û bi çekê kîmiyayî bajar bombebaran kir bû, herî kêm 5000 kesan jiyana xwe jidest dabûn, bi hezaran jî birîndar bibûn, heta roja îro jî, şop û bandora kîmiyabaranê liser mirov û xwezayê bajarê Helebçê heye.

Selam Balayî ji bajarê Duhok rapora taybet liser vê bîranînê amadekiriye.

Selam Balayî _ rapora liser Helebçe
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:18 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG