Pirsgirêka Sûrî niha li cîhanê pirsgirêka herî aloz û nakobare, jiber ku destê piraniya hêzên nav netewî ketiye di herêmê de û şerekî dijwar di navbera hêzên nerimrê û radîkal de tên berdewam kirin, her gropeke şerker girêdayî ajêndeya siyasî ya aliyekê herêmî û cihanî ye.
Di rojên borî de li bakûrê bajarê Helebê û bi taybet li Al-Bab şerekî dijwar di navbera gropên Îslamî yên radîkal û hêzên Sûriya Demokrat (HSD) de heye, li aliyekê din şer di navbera heman gropên weke DAIŞê ê hêzên ku Tirkiye piştevaniya wan dike li dewrûberên Al-Bab tê berdewamkirin.
Bernama Hello Washington ev mijar jibo xeleka vê heftiyê ya hilbijart, 2 mêhvan beşdarî bernama vê care bûn, birêz Hekem Xelo endamê desteya Zagonsaz ya Rojava û birêz He was Xelîl endamê desteya siyasî ya Hevpeymaniya Sûrî û endamê desteya rêvebir ya ENKSê.
Hêzên Sûriya Demokrat 27 Kêlometran nêzîkî bajarê Reqqa paytexta Dewleta Îslamê (DAIŞ)ê bûne, li aliyekî din berî 2 rojan Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ê bi daxûyaniyekê hêzên xwe ji bajarê Minbic.
Ev mijar bi mêhvanan re hatin gotûbêjkirin: