Lînkên eksesibilîtî

Hello Washington Biryara Amerîka ya Çekdayîna YPG'ê Şirove Dike


Sîhank Dîbo Şêwirmendê hevserokatiya PYD'ê ji Qamîşlo û Fuad Onen - Analîst

Roja Sêşemê 9î Gulanê Îdara serok Trump biryara biçekirina Kurdên Sûriye da, li gûr wê biryarê Amerîka dê çekên giran bide YPG'ê û Hêzên Sûriya Demokrat jibo rizgarkirina bajarê Reqa ji çekdarên DAIŞ'ê.

Vê biryarê li aliyekî Kurdên Sûriyê yên girêdayî TEV-DEM'ê û YPG'ê, herweha kêmaniyên li herêmê dimînin kêfxweş kirin, li aliyê din berpirsên dewleta Tirk ture kir û serok dewlet û serk hikûmetên Tirkiyê got ev biryar "nayê qebûlkirin".

Bernama heftane "Hello Washington" pirsa vê çedayînê gotbêj û şirove kir, di gotûbêjan de birêz Sîhank Dîbo Şêwirmendê hevserokatiya PYD'ê ji Qamîşlo û birêz Fuad Onen ji Tirkiyê beşdar bûn.

Sîhanok Dîbo got"ev pêvajo û hevpariya bi Amerîka û Koalîsyona navnetewî ya şerê li dij DAIŞ'ê, dê Rojava bigehîne armanek siyasî jî".

Herweha birêz Fûad Onen got "divê dewletên serdestên Kurdan rastiya milletê Kurd nas bikin û mafên wan nas bikin", herweha got divê kurd di kongirek neterwî de, werin bahev û yekêtiya xwe pêk bînin.

XS
SM
MD
LG