Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gundê Hemamê ya Efrînê Dibe Armanca Topbarana Tirkîyê


Gundê Hemamê li Efrînê

Sê roj in welatîyên gundê Hemamê yê girêdayî navçeya Cindirêsê dibe armanca êrîşên leşkerên Tirkîyê.

Xanîyên welatîyan li Hemamê roja Şemîyê êvarê hatin topbaran kirin û di encamê de sê welatî birîndar bûn. Ji wan kesan yek bi giranî birîndar bû û pîyê wî jiber êrîşê qut bû.

Li gor welatîyên gund, seet heftê danê êvarê dengê topbarana hat, piştra dengê peqînan hatin. Di encama êrîşan de du xanîyên ber sînor hatin hilweşandin û sê welatî birîndar ketin. Çend rojên ew tank li hember gund sekinîye, niha metirsî heye ku têkevin gund.

Hêjayî balkişandinê ye, jiber êrîşên berdewam hin jin û zarok gund hêlane û çûne Cindirêsê, lê piranîya mêran li gund mane, dixwazin mal û mulkên xwe biparêzin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00
Direct link

***

Kerem kin vîdyo raporta taybet ji gundê Hemamê temaşe bikin

Gundê Hemamê ya Efrînê Dibe Armanca Topbarana Tirkîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:07 0:00

XS
SM
MD
LG