Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînên li Karxaneya Fîşekên Esmanî ya li Tirkîyê de 2 Kuştî û 73 Birîndar Hene


Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca ragihand ku di peqînên hêzdar yên li karxaneya fîşekên esmanî de 2 kes li bajarê Sakarya ya bakurê rojavayê Tirkîyê hatine kuştin.

Koca da zanîn ku di peqînan de heta niha 73 kesên din jî birîndar bûne.

“Ser daxwaza Serok Recep Tayyîp Erdogan, 85 ambulans û 2 helîkopter ji cîhê bûyerê re hatine şandin,” Koca li ser Twitterê ragihand.

Karbidest didine zanîn ku ku di dema peqînê de dora 150-200 kes li hindurê karxaneya li bajarokê Hendek ya Sakarya hebûne.

Qaymaqamê Hendekê Çetîn Oktay Kaldirim got ku heta niha sedema peqînê naye zanîn.

XS
SM
MD
LG