Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zilamekî Amerîkî bi Gumana Alîkarîdayîna DAIŞ'ê Hate Desteser Kirin


Eric Hendricks

Wezareta Dadê ya Amerîkî di daxuyanîyekê de ragihand ku zilamekî Amerîkî yê ji eyaleta North Carolina îro Pêncşemê hate desteser kirin, bi sedema ku wî dixwest alîkarîya materyalî bide DAIŞ'ê.

Daxuyanî dide zanîn ku navê kesê desteserkirî Eric Hendricks ê 36 salî ye û ew bi hazirîya êrîşên terorîstî li amerîka tê sucdar kirin.

Li gor gilînameya wezaretê, Hendricks xebatan dikir ku endemên nû qezenc bike, wan perwerde bike û kiryarên terorîstî bi wan bide kirin.

Hendricks herwiha peywendî bi DAIŞ'ê kiriye û ji wî re gotiye ku ew dixwaze huceyeke razayî biafrîne da ku êrîşan li hindurê Amerîka bide kirin.

Eger ku dadgeh Hendricks mehkum bike, reng e ew heta 15 sal cezayê zindanê wergire.

XS
SM
MD
LG