Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Diyardeya Kuştin Û Xwekuştinê li Herêma Kurdistanê Zêde Dibe


Mîtinga çalakvanan li Helebce
Mîtinga çalakvanan li Helebce

Zêdebûna diyadeya kûştina kesan bi taybet ya jinan li ser pirsên cûrbicûr û diyardeya xwekuştinê li herêma Kurdistana Îraqê zêde bûye, çalakvan jî di mîtingên xwe de daxwazaê ji hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê û wezareta Roşenbîrî dikin da ku çareseriyekê bibîn û li gorî mîkanizmek taybet, hewil bidin rê li hember weşanan mediyayî ya şev û rojan bigirin yên ku derbarê wan bûyeran di TV, Malper û platformên xwe yên media Civakî de behsa wan bûyeran dikin û ramanên cûda jî derbarê wan diyardeyan tînin ziman.

Hejmarek kesayetî û rêxistinên civaka sivîl û çalakvan li Helebce, di daxuyaniyekê de daxwaz ji hikûmeta Herêmê kir ku bi şêweke zelaltir li sedemên kuştin û xwekuştinan bigerin û lêkolînan encam bidin û çareseriyan bibînin.

Mihemed Welî Benawir, yek ji çalakvanan gote Dengê Amerîka jibo zêdekirin like û nivîsîna komêntan kenalên mediyayî bazarê xwekuştinê gerim dikin, divê hikûmet karekî bo çareseriyê bike, weke Benawir dibêje.

Herwiha beşek din yê çalakvanan, bê pilaniya hikûmetê û bê serweriya qanûnê li herêmê weke sedemên zêdebûna haletên kuştin û xwekuştinê dibînin.

Erselan Abid yek ji çalakvanan li Helebce gote Dengê Amerîka, xeabiya rewşa aborî, siyasî û îdarî sedemên herî li pêş yên wan diyadeyane û mediya jî li hember moral bilindkirin û bihêzkirina xelkî lawaz maye.

Mîtinga çalakvanan li Helebce
Mîtinga çalakvanan li Helebce

Dr. Omer Jaafar, doktorê Derûnî di axiftinekê de bo Dengê Amerîka dibêje, nexweşiya derûnî yek ji sedemên encamdana tawana ye, xelk nexweşiya derûnî pê şerme ku here xwe çareser bike, ev jî weha dike ku rojane nikare pirsgirêkên xwe kontrol û çareser bike, ev jî dibe sedem ku li dawiyê yan dawiyê li jiyana xwe bîne yan dawiyê li jiyana kesek din bîne.

Li gor serhejmara Rêveberiya li Dij Tundûtûjiyê li hember Jinan û Malbatan li Herêma Kurdistanê, di navbera salên 2010 heta 2020ê 490 jin hatine kuştin û 612 jinan jî xwekuştîye.

Di vê mehê de jî gelek haletên kuştin û xwekuştinê ji aliyê herdu nifişan, nêr/mêyan ve hatine tomar kirin û ev rewş mijara sereke ya kenalên ragihandinê bûne ku wan haletan pêşçav dikin.

Raporta Helebce 21 04 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:01 0:00

XS
SM
MD
LG