Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêriş Li ser Avahîyên Dîplomantî yên Brîtanya li Tehranê Hat Kirin


Hêriş Li ser Avahîyên Dîplomantî yên Brîtanya li Tehranê Hat Kirin
Hêriş Li ser Avahîyên Dîplomantî yên Brîtanya li Tehranê Hat Kirin

Xwenîşanderên Îranî gorbûne ser du avahîyên dîplomatî yên Brîtanî li Tehranê, wek bersivekê beramber toleyên nû yên aborî yên Brîtaniya dijî Îranê. Ew tole li ser Îranê hatin danan jiber bernama berguman ya navokî ya Îranê.

Roja Sêşembî xwenîşanderan pencere şkandin, belgename belav kirin û alayê Brîtanya li ser balyonzxanê li naverasta Tehranê îna xwarê. Wan herwisa, wêneka Melîka Brîtanya Elizabeth bi talan bir, û agir berda otombîleka dîplomatî.

Li gor ragehandina Îranî, polîsên Îranî azadkirina şeş karmendên balyozxanê misoger kir yên ku li avahîyekê din yê dîplomatî li bakura Tehranê ji layê xwenîşanderan ve hatibûn dorgirtin.

Ofîsa Wezareta Derve ya Brîtanî li London torbûna xwe bo karbidestên Îranî diyar kir û ji wan xwest ku bi lez bizavê biken li gor qanuna navneteweyî avahîyên dîplomatî yên Brîtanya bi parêzin û ji hevwelatîyên Brîtanî li Îranê xwest li malên xwe bimînin û nederkevin.

Frensa û Amerîka bi tundî ew hêriş tawanbar kir.

XS
SM
MD
LG