Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Rejîmê Çend Taxan ji Destê DAIŞ Distîne


Hasakah City
Hasakah City

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dibêje, hêzên rejîma Sûrî îro Duşemê çend taxên bajarê Hesekê ji destê Dewleta Îslamî standin, lê şer hîn jî didome.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan got, hêzên rejîmê hin beşên taxa al-Nashwa ya başûrê Hesekê birin, ku endamên DAIŞ hefteya borî ji wê derê ketibûn nav bajêr.

Jêderekî ewlehîyê li Şamê ji AFP re piştrast kir ku şer li Hesekê hîn berdewam e.

Bajarê Hesekê ji aîyê Kurdan, hêzên rejîmê û DAIŞ ve dabeş kiriye. Heta niha Kurd li dervayê pevçûnan vê dawîyê mane û tenê berevanîya taxên xwe dikin.

SOHR dide zanîn ku DAIŞ bi topan êrîşî çend taxên Kurdan kirine, lê zîyaneke m,ezin neqewimîye.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, dora 60,000 kes jiber şerê dawî li cîhûwarên xwe yên li Hesekê derketine.

Hêjayî gotinê ye, roja Yekşemê di peqîneke DAIŞ de 12 leşker û çekdarên rejîmê hatibûn kuştin

XS
SM
MD
LG