Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hesekê Şer Sekinî, Hêzên Rejîmê ji Wê Bajêr Derkevin


Hesekê
Hesekê

Piştî şerên dijwar di navbera hêzên Kurdî û yên ser bi rejîmê li Hesekê ya Sûrîyê, îro Sêşemê agirbest hate ragihandin.

AFP ragihand ku li gor xaleke girîng ya agirbestê, hêzên rejîmê qayil bûn ku ji Hesekê derkevin.

Xalîn din yên agirbestê wek jêr in:

Artêşa Sûrîyeyê û komên çekdar yên girêdayî wê, dê ji nava bajêr derkevin. Hêzên YPG’ê jî cîhên ku di ji hêzên rejîmê paqij kirine, radestî Asayîşê bike.

Her du alî wê dîl û birîndaran berdin.

Rêyên ku jiber pevçûnan hatibûn girtin, dê jinûve werin vekirin.

Pêdaçûnê li ser rewşa Hêza Berevanîya Netewî (Dîfa El-Wetenî) were kirin.

Karmendên ku ji kar hatine derxistin, wê dîsa vegerînin ser karên xwe.

Televîzyona dewleta Sûrî jî agirbesta li Hesekê piştrast kir.

Analîstê pirsa Kurdî Mutlu Civiroglu, ku li Washingtonê dijî, ji ajansê re got ku rêkftina heyî bi zelalî di berjewendîya Kurdan de ye.

"Tiştê ku xwane dibe ew e ku Kurd bi hindabûnên herî kêm, destketinên mezin wergirtine," Civiroglu got.

XS
SM
MD
LG