Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hesekê Peqînek Çêbû, 3 Kes Birîndar Bûn


Îro li taxa Xuyêran ya bajarê Hesekê peqînek rû da û rêbenda Hêzên Ewlehîya Hindurîn hate armanc girtin.

Peqîn bî rêka trombîleke bombebarkirî pêk hat û du hemwelatî û şervanekî HSD’ê birîndar bûn.

Berdevikê Hêzên Ewlehîya Hindurîn ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê Elî Hesen ji Dengê Amerîka re got ku vê sibehê trombîleke sivîl, ku li taxa Xuyêran li ser rê sekinîbû, teqîya.

“Li gor şopandin û lêpirsînên destpêkê, bombeyek li hindurê servîsê hatibû çandin û dema derbazbûna trombîleka HSD’ê teqîn pêk hat. Di encamê de, ajokerê trombîla HSD’ê û du welatîyên ku li cihê peqînê bûn birîndar bûn. Hêzên me bi lez giheştin cîhê teqînê û birîndar veguhastin nexweşxanê".

Hêjayî gotinê ye ku vê sibehê du kes di dema danîna mayînekê nêzîkî gundê Til Meşhen ya başûrê rêya navdewletî ku diçe Til Koçer, di encama peqîna mayînê hatin kuştin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ev demeke gelek teqîn li herêmên Bakur û Rojhilata Sûrîyê pêk tên û herî dawî berî çendrojan sê teqîn li bajarê Hesekê û teqînek li bajarê Qamişlo rû dabûn.

ZO_07_17_2019_Heseke_Peqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:46 0:00

XS
SM
MD
LG