Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mediya Fermî: Îran Xwe ji Bo Hinartina Petrolê Amad Dike


Hesen Ruhanî Serokomarê Îranê

Îranê ferman daye wezareta petrolê ku hemû sazî û şerîketên petrolê xwe amade bikin da ku di maweyê sê mehan da bi hemû hêza xwe petrola xav bifiroşin, ev yek roja Yekşemê ji aliyê kenalên mediya fermî ya Îranê ve hatiye ragihandin.

Biryar hat dan, piştî ku tê çaverê kirin ku sizayên aborî yên Amerîka li ser Îranê bihên sist kirin, piştî ku serokê hilbijartî Joe Biden dest bi karê xwe bike.

Li gor axiftinên serokomarê Îranê Hesen Ruhanî Îranê berî sizayên Amerîkî rojê zêdetir ji 2 milyon bermîlên petrolê di hinartin derve.

Serokê Amerîka Donald Trump sala 2018ê ji peymana navokî ya Îranê vekişiyabû, ya ku sala 2015ê bi 6 welatên bihêz yên cîhanê re hatbû îmze kirin, Trump cardî vegeriya sizayên aborî yên giran danîn ser Îranê ev bo sedema dabirînek mezin ya hinartina petrola Îranê ku aboriya wê lawaz kirîye.

Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden ku roja 20 Çile dê desthilatê bistîne gotiye, ewê cardî vegerin peymana bi Îranê re hatî îmze kirin û sizayên aborî hilînin eger ku Tehran "pêgirîya temamî bi peymana navokî re" bike.

Weke ajansa fermî ya dewletê IRNA dibêje, roja Yekşemê serokomar Ruhanî gotiye ewê bilez vegerin zêdekirina berhemê petrolê û gotiye "Wezareta petrol ê dê hemû pêngvên pêdvî biavêje bo amadekirina sektora petrolê ji bo zêde kirina berhem û firotinê bi hemû şiyanên heyî di maweyê 3 mehaên dahatî de."

Ajansa IRNA li gorî axiftinên Ruhanî da ye diyar kirin ku niha Îran kêmtir ji 300 bermîlên petrolê di rojê de difiroşe li hemberî sala 2018ê ku di asta herî bilind de rojê 2.8 milyon bermîlên petrolê dişandin derve.

XS
SM
MD
LG