Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Aliyên Beşdar di Rizgarkirina Mûsilê de û Pilana Rizgarkirina Reqqa yê


Hest Û Helwest

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje welatê wî tevlî axaftinan dibe li gel koalisyona navnetewî li dor beşdarbûna di rizgarkirina Reqqa yê de, li Sûriyê.

Di heman demê de, serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim dibêje hêzên esmanî yên Tirkiyê beşdarin di êrîşên esmanî yên rizgarkirina Mûsilê de, li Îraqê.

Hebûna gelek alî û beşdarbûyan di şerê Daiş de, çi li Iraq û çi li Sûriyê, û tevlîheviya berjewendiyên ciyawaz, gelek nakokiyan derdixin holê, û yên dawî ew bûn di navbera Tirkiyê û Îraqê de.

Reqqa û Mûsilê, ta kîjan astê girîngin ji bo Tirkiyê û têkbirina Daiş çi qezencê ji bo Tirkiyê Dike?

Operasyona rizgarkirina Mûsilê dê çawa be û dê kengî bi dawî bê?

Çi amadekarî dibin ji bo rizgarkirina Reqqayê?

Rola Kurdan li Îraq û Sûriyê di van operasyonan de çiye?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser van babetan:

Nivîskar Mistefa Dewlemend ku li Tirkiyê dimîne û efserê pêşmergeyên Rojava Memo Derwîş ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:29:47 0:00

XS
SM
MD
LG