Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Omer Emîn: Komelên Xêrxwazî li Heremên Kurdî Alîkariyek Mezin Didin Gel


Komelên xêrxwazî li herêmên kurdî li Sûriye, di çend salên dawî de karekî berçav dikin ji bo alîkariya gel. Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rêvebirî komela Hêvî ya xêrxwaz Omer Emîn re kir, da beşekî ji kar û xebatên xwe ron û zelal bike.

Birêz Omer dibêje, ji ber rewşa aram li herêma Cezîrê, karê komelan û navnedên xêrxwaziyê geştir bûne û alîkarîk baş bi kesên xizan û sêwyan re dikin.

Herwiha jî di derbarî jêderên wergirtina alîkariyê, Omer got: "Em alîkariyê ji rêxistinên navnetewî werdigirin, ku ew li Dêrikê bicî bûne û dawiyê em li gel belav dikin."

Hevpeyvîna Omer Emîn-8-19-2017-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:50 0:00

XS
SM
MD
LG