Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêvî Mustefa: Em Tevli Hilbijartinên Rejîmê Nabin û Tiştên Tên Belavkirin Ne Rast In


Hêvî Mustefa, Hevseroka Kantona Afrînê
Hêvî Mustefa, Hevseroka Kantona Afrînê

Hevseroka Kantona Efrînê, Hêvî Îbrahîm Mustefa derbarê hilbijartinên rêjîmê û gotogotên li ser tevlibûna wê hatine belavkirin, civîneke rojnamevanî li darxist û helwesta xwe ya ser hilbijartinên ji alîyê rêjîmê va zelal kir.

“Piştî ewqas kuştin û xunrijandin, rejîm dixaze hilbijartinan çêke û di hemleya xwe da wêneyên karmendên Rêvebirîya Xweser ya Kantona Efrînê bikar tîne da ku gel pê bixapîne û bêje hîn destê wê li Efrînê heye.

Mustefa bi berdewamî dîyar kir ku ew wek rêvebirî û kesayet vê kiryarê şermezar dikin jiber ku herêma Efrîn ji rêjîmê hatî rizgar kirin û hilbijartinên rêjîmê li Efrînê natên çêkirin.

Hêjayî gotinê ye ku wêneya Xanim Mustefa li hin cîhên wek Lazqîya jibo piştgirîya kempeyna hilbijartinan hatibû karanîn.

XS
SM
MD
LG