Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ayşe Efendî Desteserkirina Salih Mislim Dinirxîne


Ayşe Efendî, hevjîna Salih Mislim berpirsê têkilîyên derve yê TEV-DEM'ê û hevserokê berê yê PYD'ê, derheqa binçavkirina wî li Komara Çekî ve, ji Dengê Amerîka re axifî.

Xanim Ayşe binçavkirina hevjînê xwe weke berteka Tirkîyê ji têkçûna wê şîrove dike, ku hikûmeta AKP'ê nikare li Efrînê bi serkeve, loma dixwaze Salih Mislim bigire yan bikuje.

"Bi hezaran sîyasetmedar wek Salih Musilm li zîndanên Tirkîyê hene û ew ber xwe didin. Dema me wek malbat ev xebat bijart, me her tişt daye ber çavên xwe" Xanim Ayşe dibêje.

Derbarê helwesta Komara Çek ku Salih Mislim binçavkirîye, Efendî dîyar kir ku hevjînê wê wek sîyasetmedar bi vexwendin derbaz wî welatî bûye û çênabe ew were girtin.

"Salih Mislim jibo danasîna doza gelê Kurd çûye hemû Ewrupa û di şerê terorê de rola wî berçav e. Ew ne hemwelatîyê Tirkîyê jî. Mafê Tirkîyê tune ku wî bigire, ew hemwelatîyê Sûrîyê ye".

Hevjîna Mislim mesaja wî parve kir: "Xwe bi min re mijûl nekin, divê hûn berxwedana Efrînê ji bîr nekin".

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00

XS
SM
MD
LG