Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeymaniya Navnetewî ya li Dij DAIŞê li Washington Kom Dibe


Washinton roja Çarşemê mêhvandariya kombûna hevpeymenaiya navnetewî ya li dij DAIŞê kir.

Wezîrên derve yên 79 welatan û berpirsên cîhanî li Washington civiyan bo danûstandinên li ser gefên DAIşê û rewşa ewlekariyê li cîhanê.

Di rûniştina yekê de wezîrê derve yê Amerîka, Mike Pompeo peyvek pêşkeş kir û got, Amerîka biryar daye ji Sûriyê vikişe, lê şerê li dij DAIŞê bidawî nebûye, herwiha Pompeo got, DAIŞ hêj gefeke li ser ewlekariya cîhanê, bi taybet li wan herêmên berteng yên lê mane, li Îraq û Sûriyê.

Civîna hevpeymanan, li avahiyê wezareta derve ya Amerîka li Washington pêkhat, civîn ji aliyê Pompeo ve hat vekirin û daxwaz ji beşdarên civînê hat kirin ku, hevpeymaniya li dij DAIŞê divê bi şêweke mayinde li dij DAIŞ û gropên radîkal xebatên xwe berdewam bikin.

Pompeo di Peyva xwe de îşaret bi amadebûn û çalakiyên Nadia Murad helgira xelata Nobel ya aştiyê û çalakvana Êzidî da û xebat û çalakiyên wê berz nirxandin.

Di cviînê de dîsan wezîrê derve yê Îraqê Mohamed Alî Al-Hakîm peyvek pêşkeş kir û da zanîn ku ewê ligel Amerîka di peywendî û hevkariyê de bin bo nehiştina gefên DAIŞê li Îraqê û herêmê bi giştî.

Hatiye plan kirin ku Îro Çarşemê êvarî serok Trump peyvekê pêşkeş bike û beşdarên kombûnê hişyar bike bû berdewamiya xebatê û zêdekirina hewildanên pêkanîna tenhaî û ewlekariyê.

XS
SM
MD
LG