Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hewaya Pîs Egera Nexweşîyên Dil Zêde Dike


Hewaya Pîs Egera Nexweşîyên Dil Zêde Dike

Li gorî lêkolîneke nû, pîsbûna hewayê bandoreke heye li ser zêdebûna rêjeya nexweşiya celte di nav xelkê de. Ev encam hate holê piştî navendeke saxlemiyê li bajarê Boston li Amerîka diyar kir dê egera duristbûna Celte zêdetir bibe eger mirov di dema 24 demjimêran de hewaya ne paqij bikişîne.

Dr. Gregory Wallenuis, ku ew jî yek ji amadekarên lêkolînê bû, dide zanîn li gorî pîvan û sandardên Ajansa Parastina Jîngehê, pîsbûna hewayê kartêkirineke gelekî girîng heye di rewşa guhertinên jîngehê de.

Her di heman raportê de, lêkoler dibêjin rêjeya nexweşiya Celte ji sedî 35 zêdetir e di nav kesên hawaya pîs dikişînin bermamber kesên ku hawaya paqij dikişînin. Lê ev lêkolîn rasterast diyar nake ku pîsbûna hewa egera Celte zêde dike, tevî ku ev di warê bayolocî de mentiqî ye. Ji ber ku ev lêkolîn tenê li deverekê pêk hatiye, lêkoler radigihînin ev nabe standard bo qalîteya hawayê li deverên din yên Amerîka.Tevî wisa jî, ew dibêjin heman encam li deverine din û li nav xelkine din jî di hundir Amerîka de derçûne.

Lêkolîneke din, ku vê hefteyê li govara Komeleya Amerîkî ya Saxlemiyê derket, belgeyên bêtir dide pêş ku pîsbûna hewayê metirsîya nexweşiya Cardıovascular zêde dike ango ew nexweşîyên ku peywendî bi dil re hene.

XS
SM
MD
LG