Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Save the Children: 30,000 Zarok li Hewîce Asê Mane


Artêşa Îraqê bo Hewîce ji destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) derxîne dest bi operasyonê kir.

Sazîya alîkarîyê Save te Children dîyar kir ku li herêma pevçûnan, jîyana 30,000 zarok di bin metirsîyê de ye.

Alîkarê Dîrektorê Îraqê yê Save the Children Aram Şakaram da zanîn ku li Hewîcê xwarin, av û derman qedîyane û gelek zarok pir zehîf bûne.

‘’Dibistan û nexweşxane girtî ne. Sîvîlên li herêmê yan dê li şûna xwe bimînin yan jî dê di nav sekvan û erdên bi mayîn re 12 demjimêr bimeşin û piştre jî çem derbas bikin. Bijartina mayînê jî çûyînê jî xirab e’’ Şakaram got.

Şakaram bi berdewamî bang li Artêşa Îraqê û hêzên koalîsyonê kir ku bo derbazbûna sîvîlan rêkên ewle çêkin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dabû zanîn ku 85,000 sîvîl li Hewîcê asê mane û dîyar kiribû ku ewê jiber pevçûnan bandoreke neyênî ya mezin li ser wan çêbe.

XS
SM
MD
LG