Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidest Dibêjin DAIŞ Sîvîlên ku Dixwazin ji Hewîca Birevin Dikuje


Karbidestên Kurdên Îraqê ji AFP re ragihand ku çekdarên DAIŞê jimareke rûniştvanên Hewîca, ku hewil didan ji bajêr birevin, kuştin, di vê demê de ku hêzên Îraqî hazirîya azadkirina bajêr dikin.

Bi sedan sîvîl dikarîbûn di nav çend rojên borî de ji Hewîca ya rojavayê bajarê Kerkukê birevin û herin herêmên bin kontrola Kurdan.

"Hêzên me dora do Pêncşemê 600 kes pêşwazî kirin û alîkarî dan we. Me ji wan bihîst ku DAIŞ bi sedan malbat wek dîl digire. DAIŞê herwiha jimareke mêrên genc, ku hewil dane “ji axa cîhad ber bi axa kafîran birevin”, kuştine,” fermandarekî Kurd ji AFP re gotiye.

Hewîca û dora wê yek ji deverên herî dawî yên kenara Çemê Dîclê ye ku di bin kontrola DAIŞê de maye û îhtîmaleke mezin e ku operasyona paşerojê bo rizgarkirina wî bajarî be.

Tê texmîn kirin ku hîn jî nêzîkî 100,000 kes li Hewîca, di bin desthilata DAIŞê de dijîn.

XS
SM
MD
LG